Şêniyên kantona Tebqayê: Em hêza xwe ji Rêber Abdullah Ocalan digirin

Bi sedan jin û şêniyên kantona Tebqayê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan meşiyan û gotin: "Em hêza xwe ji berxwedana Rêber Apo digirin."

Şêniyên kantona Tebqayê: Em hêza xwe ji Rêber Abdullah Ocalan digirin
Şêniyên kantona Tebqayê: Em hêza xwe ji Rêber Abdullah Ocalan digirin
Şêniyên kantona Tebqayê: Em hêza xwe ji Rêber Abdullah Ocalan digirin
Şêniyên kantona Tebqayê: Em hêza xwe ji Rêber Abdullah Ocalan digirin
Şêniyên kantona Tebqayê: Em hêza xwe ji Rêber Abdullah Ocalan digirin
Şêniyên kantona Tebqayê: Em hêza xwe ji Rêber Abdullah Ocalan digirin
Şêniyên kantona Tebqayê: Em hêza xwe ji Rêber Abdullah Ocalan digirin
28 ÇILE, 2024   15:57
TEBQA

Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Tebqayê di çarçoveya pêngava navneteweyî ya bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya " meşek li dar xist.

Nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a kantona Tebqa, komîte û nivîsgehên girêdayî wê, partî, tevgerên jinan, ciwanan û bi sedan şênî tev li meşê bûn.

Meş ji taxa yekemîn a Tebqayê dest pê kir û li pêşiya navenda Yekitiya Xwendekarên Demokratîk a taxa duyemîn a Tebqayê rawestiya û veguherî mitingê.

Di mitingê de endama Rêveberiya Nivîsgeha Jinan a kantona Tebqayê Seca Ayid daxuyaniyek bi navê yektiiyê xwend.

Seca Ayid destnîşankirin ku armanca tecrîdê, şikandina vîna gelê Kurd û Rêber Abdullah Ocalan e. lê Rêber Abdullah Ocalan van êrîşên dewleta Tirk û komploya ku navdewletî tê meşandin têk dibe.

Seca Ayid tecrîd şermezar dikin û got: “Gelê herêmê hêza xwe ji berxwedana Rêber Apo digire.

Di berdewamiyê de Seca Ayid wiha got: “Em soz didn ku em ê tecrîdê bi dawî bikin. Teqez bi Rêberê xwe re jiyaneke azad û demokratîk bijîn."

(şx)

ANHA