Bangên vegerê, pêşxistin û parastina herêmê

Beşdarên komxebata NRLS`ê banga rawestandina koçberkirina sîstematîk ji aliyê pergalên dijber ve kirin. Her wiha bang li penaberan kirin ku vegerin û di pêşxistin û parastina herêmên xwe de cih bigirin.

Bangên vegerê, pêşxistin û parastina herêmê
Bangên vegerê, pêşxistin û parastina herêmê
Bangên vegerê, pêşxistin û parastina herêmê
Bangên vegerê, pêşxistin û parastina herêmê
Bangên vegerê, pêşxistin û parastina herêmê
Bangên vegerê, pêşxistin û parastina herêmê
Bangên vegerê, pêşxistin û parastina herêmê
Bangên vegerê, pêşxistin û parastina herêmê
Bangên vegerê, pêşxistin û parastina herêmê
Bangên vegerê, pêşxistin û parastina herêmê
Bangên vegerê, pêşxistin û parastina herêmê
Bangên vegerê, pêşxistin û parastina herêmê
28 ÇILE, 2024   15:40
QAMIŞLO

Komxebata ku Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) têkildarî mijara koçberiyê û rêbazên sekna li hemberî wê li dar xistiye, didome. 

Piştî bidawîbûna axaftinan sînefizyonek têkildarî koçberiyê û koçberkirinê, dûre spotek bi navnîşan "Na ji koçberiyê re" ku bi dehan şênî her yek bi zimanê xwe girêdana bi axê rave dike û banga rawestandina koçberiyê dike, hatin pêşandan.

Di beşa ku endamê Desteya Rêveber a KNK`ê Ekrem Hiso bi rêve dibir de, ji pêkhateya suryan Sebah Şabo, civaka îslamî şêx Mihemed El Qadrî, civata êzidî Farûq Tozo, koçberê ji Serêkaniyê ku di êrişa kîmyawî ya dewleta Tirk de birîndar bûye Mihemed Hemîd, birîndara şer Ferîde Omer, dayîka şehîd Hevrîn Xelef Suad Mistefa, koçber ji Efrînê Fikret Mistefa tev lê bûn.

Ekrem Hiso behsa girîngiya lidarxistina komxebatê li gel berdewamkirina êrişên dewleta Tirk û siyasetên şerê taybet li dijî gelê herêmê kir. Her wiha bang kir ku koçberiya sîstematîk a ji aliyê pergalên dijberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve tê kirin, raweste.

Koçber ji Efrînê Fikret Mistefa jî ku niha li Şehbayê dimîne, îşaret bi siyaset û sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî Efrînê û gelê wê kir û ev peyam da: "Em ê li hember tevahî siyasetan û heta bajarê me rizgar bibe û lê vegerin, li ber xwe bidin."

Ferîda Omer jî bang li gelê herêmê kir ku hişyar bin û dev ji berxwedanê bernedin û xwedî li nirxên şehîdan derkevin.

Dayîka şehîd Hevrîn Xele Suad Mistefa jî got: "Dewleta Tirk ji êrişan armanc dike vîna me bişikîne. Li hemberî wê divê em dev ji erdê xwe bernedin û hevgirtî bin."

SIYASETA QIRKER A OSMANIYAN BERDEWAM E

Sebah Şebo jî îşaret bi siyasetên li dijî pêkhateya suryan û asûr û keldan kir û got: "Siyaseta qirker a osmaniyan hîna berdewam e. Ew dixwazin projeya jiyana hevbeş û neteweya demokratîk têk bibin."

Farûq Tozo jî balkişand ser qirkirinên li dijî êzidyan kir û bi "jenosid" bi nav kir û got: "Li Serêkaniyê, Efrîn û Şengalê êzidî rû bi rûyî êrişan bû, hat koçberkirin. Ev siyaset li ser hebûna wan û nasnameya wan xetere ye. Divê koçber vegerin û tev li avakirina projeya neteweya demokratîk bibin."

Zarokê bi navê Hemîd Mihemed ê di êrişa kîmyawî ya li ser Serêkaniyê de birîndar bûye, behsa rêwîtiya koçberiyê kir ku ji Kobanê dest pê kiriye, dûre Efrîn û dawiyê li Serêkaniyê bi cih bûye û çawa di êrişa kîmyawî ya dewleta Tirk a dagirker li dijî Serêkaniyê de birîndar bûye.

Şêx Mihemed El Qadrî jî got: "Koçber bi siyasetên helandina çandî rû bi rû dimîne, ji nasnameya xwe dûr dikeve. Divê oldar erkên xwe bînin cih û bang li civakê bikin ku dev ji axa xwe bernedin."

Her wiha beşdaran ankêta ku NRLS`ê sala 2016`an çêkiriye, nîqaş kirin.

Komxebat bi nîqaşkirina koçberiyê, sedem û encamên wê ji aliyê hiqûqnas û çalakgera siyasî Dr. Ebîr Hesaf ve berdewam dike.

(şx)

ANHA