'Kes nikare îradeya me bişkîne'

Meclisa Navçeya Şêran li hemberî darvekirina 4 girtiyên Kurd li Îranê daxuyaniyek da û got kesek nikare vîna wan bişikîne.

'Kes nikare îradeya me bişkîne'
30 ÇILE, 2024   14:58
KOBANÊ

Welatiyên Kurd ên bi navên Mohsen Mazlûm, Mohammed Faramarzî, Wafa Azarbar û Pzhman Fatehî yên 19 meh in girtî bûn, ji aliyê dewleta Îranê ve bi îdîayên “Hevkariya bi Îsraîlê re” û “sîxurtiyê” hatin darvekirin. 

Li dijî darvekirina her çar Kurdan gelê herêmê nerazîbûn nîşan de û di wê çarçoveyê de Meclisa Navçeyar Şêran a bajarê Kobanê yê kantona Firatê daxuyaneyek hat dayîn. Hevseroka Meclisa Navçeya Şêran Bêrîvan Şifqet li pêşiya navenda meclisê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku; "Em zilima ku li ser her çar ciwanên Kurd hat meşandin şermezar dikin, ji xwe di bin navê hevkariya bi Îsraîlê û sîxurtiyê û hin tuhmetên cuda de her roj qirkirina Kurdan berdewam e. Her dawî êrişa kîmyawî li Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê ku di encamê de 4 gerîla şehîd bûn."

Di daxuyaniyê de bêdengiya dewletên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hat şermezarkirin û hate diyarkirin ku dewleta Îranê û hevalbendên wê, dixwazin bi vî rêbazî û bi van kiryarên hovane çavên Kurdan bişkînin, û îrada wan tine bikin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Lê em tu carî serî ji van rêbazan re danaxin, tu kes nikare îrada gelê Kurd tine bike. Êdî Kurd di her çar parçeyên Kurdistanê de xwe nas kirine û destkeftiyên hatin bidestxistin êdî kes nikare tine bihesibîne. Di dawiyê de em car din hovîtiya dewleta Îranê û hevalbendên wê şermezar û lanet dikin."

(şx)