Şêniyên kantona Firatê şehîd Birusk Zendûra oxir kir

Bi sedan şêniyên Kantona Firatê ji bo oxirkirina şehîd Birusk Zendûra berê xwe dan Goristana Şehîd Dîcle ya li başûrê Kobanê.

Şêniyên kantona Firatê şehîd Birusk Zendûra oxir kir
Şêniyên kantona Firatê şehîd Birusk Zendûra oxir kir
Şêniyên kantona Firatê şehîd Birusk Zendûra oxir kir
Şêniyên kantona Firatê şehîd Birusk Zendûra oxir kir
Şêniyên kantona Firatê şehîd Birusk Zendûra oxir kir
Şêniyên kantona Firatê şehîd Birusk Zendûra oxir kir
Şêniyên kantona Firatê şehîd Birusk Zendûra oxir kir
29 ÇILE, 2024   15:03
KOBANÊ 

Bi sedan şêniyên kantona Firatê, saziyên Rêveberiya Xweser, malbatên şehîdan ji bo veşartina cenazeyê şervanê YPG'ê şehîd Birusk Zendûra (Mihemed Osman) ku di 2'yê Çileyê de li Dêrazorê dema li ser erka xwe şehîd bûbû, berê xwe dan Goristana Şehîd Dîcle.

Piştî deqeyek rêzgirtinê Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Adil Hecî axivî û got: "Şervanên me çeka xwe rakirin û soz dan ku dê nehêlin ti kes destê xwe bavêje destkeftiyên me. Civaka Kurd her tim serî hilda û berdêl da û em bi ser ketin jî. Xwestin civakê tune bikin, qetîlama pêk bînin û demografiya herêmê biguherin. Lê em ê civaka azad pêk bînin."

Rêveberiya Desteya Kar û Barê Civakî ya Meclîsa Reqayê Medenî Elî Şiêb axivî û diyar kir ku ew ê li dijî her êrîşa li ser destkeftiyên wan bibin bersiv û bi ser bikevin.

Endama Çand û Hunera Baqî Xido Leyla Ehemd jî ev tişt got: “Cangoriyên me li hemberî zihniyata desthilatdar li ber xwe dan. Doza azadiyê wê bi ser bikeve.”

Piştre jî nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin. Dûre cenazeyê şehîd bi berzkirina dirûşmeyan hat veşartin.

(şx)

ANHA