Zarokên DAIŞ’iyan bi kevir û kêran êrişî hêzên ewlehiyê kir

Zarokên çeteyên DAIŞ`ê bi kevir û kêran êrişî Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir û sloganên desteka ji DAIŞ`ê re berz kirin.

Zarokên DAIŞ’iyan bi kevir û kêran êrişî hêzên ewlehiyê kir
29 ÇILE, 2024   15:06
HESEKÊ

Zarokên çeteyên DAIŞ`ê vê sibê li beşa “muhacîrat” a kampa Holê agir pêxist, kêr di destê wan de sloganên "Dewleta îslamê maye û fireh dibe” û “Dewleta îslamê tê" berz kirin û bi keviran êrişî Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin ku xebatên lêgerînê di nava kampê de dimeşandin.

Beriya wê jî Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hişyarî ji ber xetereya “nifşê nû yê DAIŞ`ê” dabû û bang li dewletan kiribû ku welatiyên xwe vegerînin. Lê piraniya dewletan ev daxwaz red kir.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi tena serê xwe barê malbatên DAIŞ`ê dikişîne û hewl dide zarokên çeteyên DAIŞ’ê di 2 navendên taybet de perwerde bike.

(şx)

ANHA