Şaredariya Çilaxayê dest bi pêngaveke paqijiyê kir

Şaredariya Gel a Çilaxayê dest bi pêngaveke paqijiyê kir. 80 endamên saziyên sivîl û civakî jî destekê didin pêngavê.

Şaredariya Çilaxayê dest bi pêngaveke paqijiyê kir
Şaredariya Çilaxayê dest bi pêngaveke paqijiyê kir
Şaredariya Çilaxayê dest bi pêngaveke paqijiyê kir
Şaredariya Çilaxayê dest bi pêngaveke paqijiyê kir
Şaredariya Çilaxayê dest bi pêngaveke paqijiyê kir
Şaredariya Çilaxayê dest bi pêngaveke paqijiyê kir
Şaredariya Çilaxayê dest bi pêngaveke paqijiyê kir
28 kanûn, 2023   15:33
QAMIŞLO

Şaredariya Gel a Çilaxayê ya kantona Cizîrê dest bi pêngaveke paqijkirinê kir. Endamên saziyên sivîl, xizmetguzarî, meclis û komînan jî tev li pêngavê bûne.

Bi beşdariya 80 endamên saziyên navçeyê û Meclisa Malbatên Şehîdan pêngavê ji pêşiya Komîna Şehîd Hozan a taxa El Mesref dest pê kir û kuçe û kolanên navçeyê hatin paqijkirin.

Têkildarî pêngavê hevseroka Şaredariya Gel a Çilaxayê Firyal Qesûm got: "Ruxmî şert û mercên heyî û êrişan, lê em bi israr in ku bi hev re armancên xwe pêk bînin û xizmeta gelê xwe bikin."

Firyal diyar kir ku paqijî ne tenê berpirsyariya şaredariyê ye, lê belê berpirsyariya her kesî ye û wiha domand: “Em dixwazin bedewiya navçeya xwe biparêzin. Em bang li her kesî dikin ku paqijiya kolanên xwe biparêze."

(şx)

ANHA