Saziyên mafên mirovan û edaletê wê dijî dagirkeriyê helwest nîşan bidin

Saziya Mafê Mirovan a Cizîrê, Yekîtiya Parêzeran û Meclîsa Edaletê ya Cizîrê wê bi daxuyaniyek hevpar, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk helwest nîşan bidin.

 Saziyên mafên mirovan û edaletê wê dijî dagirkeriyê helwest nîşan bidin
17 ÇILE, 2024   14:32
QAMIŞLO

Daxuyanî wê sibe saet di 11.00’an de li Navenda Çand û Hunerê ya Mehemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo bê dayîn. 

Beriya daxuyaniyê wê parêzer û parazvanên mafên mirovan li ser êrîş û binpêkirinên peyman-yasayên navnetewî agahdarî bikin.

Piştî agahdarî û nîqaşan wê daxuyaniya hevpar were xwendin.

Organîzatorên bernameyê bang li hemû sazî û dezgehên ragihandinê kirin ku baldariya pêwîst nîşan bidin.