Şêniyên Hesekê şehîd Basil Silêman spart axê

Şêniyên Hesekê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Basil Amir Silêman ku li Dêrazorê şehîd bûbû, oxir kir.

Şêniyên Hesekê şehîd Basil Silêman spart axê
Şêniyên Hesekê şehîd Basil Silêman spart axê
Şêniyên Hesekê şehîd Basil Silêman spart axê
Şêniyên Hesekê şehîd Basil Silêman spart axê
Şêniyên Hesekê şehîd Basil Silêman spart axê
Şêniyên Hesekê şehîd Basil Silêman spart axê
2 kanûn, 2023   15:24
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên Hesekê û navçeyên wê, li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiye yê bajêr kom bûn û şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Basil Amir Silêman ku li herêma Dêrazorê 29`ê Mijdarê şehîd bûbû, oxir kir.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Beraa El Salih axivî û sersaxî da malbata şehîd. Beraa soz da dayikên şehîdan ku li ser şopa şehîdan bin ta ku armancên wan pêk bînin.

Ji fermandarên Akademiyên Leşkerî Abêd Misto jî got: “Şehîdan di oxira parastina vê axê û vî gelî de, berxwedana li hember dijminan û yên ku dixwazin destkeftiyên şehîdan têk bibin, canê xwe feda kir.”

Abêd Misto soz da ku li ser şopa şehîdan bin heta ku armancên wan pêk tên.

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Dûre girseya gel cenazeyê şehîd spart axê.

(şx)

ANHA