Di mehekî de 118 kolber ji aliyê hêzên Îranê hatine kuştin û birîndarbûne

Li gorî bîlançoyên hatine belavkirin di meha borî de li hinek herêmên li sînorê Rojhilatê Kurdistanê û sînorê Azerbaycanê 118 kolber ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin û birîndarbûn.

Di mehekî de 118 kolber ji aliyê hêzên Îranê hatine kuştin û birîndarbûne
2 kanûn, 2023   15:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medya Rojhilata Kurdistanê ragihandî di nava mehekê de 8 kolber hatine kuştin û 110 kolber jî birîndar bûne ku ji giştî birîndaran 14 kolber temenê wan dibin 18 salî de bûn.

Her wiha hate diyarkirin ku hejmara kuştin û birîndarên meha Mijdarê li gorî meha Cotmehê ji sedan 293 zêde bûye.

Hate destnîşankirin ku hemû kuştî û birîndarên di nava mehekê de bi guleya raste rast ya hêzên Îranê çêbûne.

Li gorî heman bîlançoyan kuştî û birîndarên guleyên hêzên Îranê piraniya wan li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê çêbûne ku 93 buyer rûdane, li Kirmanşan 22 buyer û li sînorê rojavayê Azerbaycanê jî 3 buyer rûdane.