Xwepêşanderan li Siwêdayê daxwaza mafê çarenûsî û vegera koçberan kir

Li Meydana El Kerame ya Siwêdayê bi dehan kes beşdarî xwepêşandanekê bûn û daxwaza mafê çarenûsî, eşkerekirina çarenûsa windayan û vegera kesên koçberkirî kir.

Xwepêşanderan li Siwêdayê daxwaza mafê çarenûsî û vegera koçberan kir
30 gulan, 2026   16:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Beşdaran pankart bilind kirin û slogan qîr kirin û diyar kirin ku ku mafê vegerê mafekî sereke ye, er wiha daxwaza avakirina dewleteke li ser bingeha edalet û serweriya hiqûqêkirin.

Xwepêşanderan daxwaz kirin ku sektora perwerdehiyê ji nakokiyên siyasî were dûrxistin, bikaranîna wê wekî amûrek ji bo zextê red kirin û banga çareseriyên lezgîn kirin ku xwendekar azmûnên xwe li deverên xwe bidin.

(k)