Şêniyên Eyn Îsayê daketin qadan

Bi sedan şêniyên navçeya Eyn Îsayê li dijî êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derketin xwepêşandanê.

Şêniyên Eyn Îsayê daketin qadan
Şêniyên Eyn Îsayê daketin qadan
Şêniyên Eyn Îsayê daketin qadan
Şêniyên Eyn Îsayê daketin qadan
Şêniyên Eyn Îsayê daketin qadan
Şêniyên Eyn Îsayê daketin qadan
Şêniyên Eyn Îsayê daketin qadan
Şêniyên Eyn Îsayê daketin qadan
16 ÇILE, 2024   15:08
EYN ÎSA

Bi sedan şêniyên navçeyê û gundên derdorê li pêşiya Mizgefta Mezin a li navçeyê kom bûn û heta Çerxerêya Şehîd Cûdî meşiyan. 

Li wir endamê Saziya Olî ya navçeyê şêx Mihemejd El Hemîdî axivî û êrişên dijminane yên dewleta Tirk li dijî herêmê şermezar kirin.

El Hemîdî hişyarî da ku dewleta Tirk dixwaze xeyalên pêşiyên xwe yên Osmanî vejîne.

Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Bêrîvan Îsmaîl jî axivî û got li hember êrişan ji bilî berxwedan tu vebijêrkên din tune ye.

Rûspiyê êla Tay şêx Elî El Elî jî berxwedana şêniyên Eyn Îsayê û QSD`ê ya li hember êrişan silav kir û got rûspî piştgiriya vê berxwedanê dikin.

(şx)

ANHA