Jineke Efrînî li Hatayê hat kuştin

Li gundê Yolçatı (Akbez) ê girêdayî navçeya Hassa ya bajarê Hatay ê Tirkiyeyê jineke Efrînî ya 77 salî hat kuştin.

Jineke Efrînî li Hatayê hat kuştin
16 ÇILE, 2024   14:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriye têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medya dijîtal agahî belav kirin. 

Li gorî agahiyên ku spatine çavkaniyên herêmê, li gundê Yolçatı ku dikeve sînorê bajaroka Meydan Ekbes a girêdayî navçeya Raco ya Efrînê, jina Kurd a bi navê Gul Frencî (77) hat kuştin.

Hat ragihandin ku seyareyekê li Gulê Frencî xistiye û ew kuştiye.

Rêxstinê diyar kir ku cenazeyê Gulê veguhastine gundê Kosa yê navçeya Reco ya Efrînê û li goristana gund hatiye definkirin.

(şx)

ANHA