Nivîsgeha Parastina Zarokan kuştina zarokekê li Tebqayê şermezar kir

Nivîsgeha Parastina Zarokan a kantona Tebqayê, kuştina zarokeke 5 salî li Tebqayê şermezar kir û bang li aliyên têkildar kir ku cezayê herî giran li sûcdaran bibire.

Nivîsgeha Parastina Zarokan kuştina zarokekê li Tebqayê şermezar kir
16 ÇILE, 2024   15:25
TEBQA

Nivîsgeha Parastina Zarokan a kantona Tebqayê têkildarî bûyerê li pêşiya Pêşdibistana Ecyal a li bajêr daxuyaniyek da.

Nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a kantona Tebqayê û mamosteyên pêşdibistanê tev li çalakiyê bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Bavê zaroka 5 salî, zaroka xwe emanetî hevjînê xwişka xwe kir heta ku ji kar vedigere, lê wî bi awayekî hovane li serî da heta ku şikand û di encamê de jiyana xwe ji dest da."

Di daxuyaniyê de sûcên li dijî zarokên Şehid El Casim li Reqayê û Îman El Casim li Hesekê sûcên li dijî mirovahiyê hatin binavkirin.

Her wiha di daxuyaniyê de bang li Meclisa Edaleta Civakî hate kirin ku cezayê herî giran li kujer bê birîn û hewldanên aliyên ewlehiyê ji bo aşkerakirina sûc û detayên wê hatin silavkirin.

(şx)

ANHA