Malbatên şehîdan li dijî tecrîda li Îmraliyê daxuyanî dan

Malbatên şehîdan ên kantona Firatê têkildarî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan daxuyanî da.

Malbatên şehîdan li dijî tecrîda li Îmraliyê daxuyanî dan
8 gulan, 2024   14:32
KOBANÊ

Bi hinceta “cezayê disîplînê” ji bo 3 mehan qedexeya hevdîtinê li Rêber Abdullah Ocalan hat birîn. Li hemberî vê yekê jî malbatên şehîdan bi hêrs in. CPT jî têkildarî mijarê bêdengiya xwe didomîne. 

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê têkildarî mijarê daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêş Meclisa Malbatên Şehîdan hat dayîn û ji aliyê endama meclisê Derya Mihemed ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, îşkence, astengkirina hevdîtina bi parêzerên xwe re bi hincetên pûç, tecrîda girankirî ya li ser wî ne qanûnî ye. Rêber Ocalan îradeya gelê Kurd û vîna gel temsîl dike.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin: “Em bang li hemû rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan û civata navneteweyî dikin ku dawî li tecrîdê ya li ser wî bînin û di dema herî nêzik de ji bo serbestberdana wî bi erkên xwe yên exlaqî û qanûnî rabin."

(sş)

ANHA