Şêniyên Dêrikê: Divê mafê hêviyê yê Rêber Apo bê naskirin

Xelkê Dêrikê diyar kir ku divê dewleta Tirk ji bo aştiya bi gelê Kurd re gavan biavêjê û mafê hêviyê yê Rêber Abdullah Ocalan bê naskirin.

Şêniyên Dêrikê: Divê mafê hêviyê yê Rêber Apo bê naskirin
2 nîsan, 2026   02:35
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ

Xelkê Dêrikê destnîşan kir ku divê dewleta Tirk ji bo aştiya bi gelê Kurd re gavan biavêjê û mafê hêviyê bidin Rêber Abdullah Ocalan. 

Fatma Yûnis got: “Em bang li rêxistinên hiqûqî dikin ku mafê hêviyê ji bo Rêber Apo were dayîn. Rêbertî nirx dide edaletê û ji bo hebûna hemû gelan tê dikoşe. Ji ber vê yekê erka me ye ku em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê bikoşin.”

Suad Mustefa jî got: “Tenduristiya Rêber Apo ji bo me girîng e. Rêbertî rêberê mirovahiyê ye. Em bang li rêxistinên navneteweyî dikin ku mafê hêviyê ji bo Rêber Apo were dayîn.”

Nayîf Elî diyar kir ku di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de gelek gavên girîng avêtin û wiha got: “Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de gelek gav hatin avêtin lê belê hîna dewleta Tirk tu gav neavêtine. Rêber Apo muxatabê pêvajoyê ye û nabe ku girtî be. Divê mafê hêviyê bidin Rêber Apo. Tirkiye tenê dixwaze demê qezenc bike û niyeta wê ya aştiya bi gelê Kurd re nîn e.”

ANHA