Dayikên dîlgirtiyan li benda zarokên xwe ne

Şêxa Elî dixwaze çarenûsa kurê wê Siyamend Îsmaîl ê ku dîl hatiye girtin, zelal bibe.

Dayikên dîlgirtiyan li benda zarokên xwe ne
2 nîsan, 2026   06:25
QAMIŞLO

Siyamend Îsmaîl û bi sedan sivîl û şervan bi xedarî di êrişên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ku 6`ê Çileyê dest pê kir û heyanî 28`ê Çile berdewam kir, dîl hatin girtin. 

Siyamend Îsmaîl ji bajarokê Girbawî yê bajarê Qamişlo ye. Dayika wî Şêxa Cidan Seyîd Elî ji aliyên têkildar dixwaze ku çarenûsa kurê wê were zelalkirin.

Şêxa Elî anî ziman ku bavê Siyamend wefat kiriye, wî berpirsyariya malbatê rakiriye û wiha got: “Siyamend tev li QSD`ê bû û çend salan di nava QSD`ê de li eniyan bû. Piştre ji QSD`ê derbasî xebateke dîtir bû. Dawiya sala 2025`an kurê min derbasî Dêrazorê bû. Ji roja 18`ê Çileyê ve têkiliya me ji Îsmaîl qut bûye û em nagihêjin wî. Em rewşa wan mereq dikin û tu agahiyê ji wan wernagirin. Ez bang li aliyên têkildar dikim ku zarokên me zû berdin. Di nava wan de birîndar jî hene û divê werin berdan. Gelek caran ji me re gotin dê zarokên we werin berdan lê hîna nehatine berdan û em li benda wan in.”

ANHA