Şêniyên Dêrazorê bêhelwestiya rêxistinên navneteweyî rexne kir

Şêniyên Dêrazorê got bêdengiya rêxistinên navneteweyî ya li hember sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan, delîla hevkariya wan a di sûcên dewleta Tirk a dagirker de ye.

Şêniyên Dêrazorê bêhelwestiya rêxistinên navneteweyî rexne kir
15 mijdar, 2023   14:52
DÊRAZOR

Şêniyên rojhilatê Dêrazorê, rûspî, endamên saziyên sivîl, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurdî re çareseriya siyasî” de meşiyan.

Meşê ji pêşiya Meclisa Herêma Rojhilat dest pê kir. Meş li sûka bajarokê Hecînê rawestiya û veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de hevserokê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya rojhilatê Dêrazorê Hesen El Lewha daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em bêdengiya navneteweyî ya li hember doza rêberê neteweyî Abdullah Ocalan ku tevahî qanûnên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan binpê kirin, şermezar dikin. Ji ber wê divê saziyên navneteweyî helwesteke cidî nîşan bidin.”

Her wiha hat diyarkirin ku sûcên li dijî mirovahiyê yên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin, delîlên aşkera yên xemsariya cîhan û rêxistinên mafên mirovan in.