Li Derayê ji destpêka mehê ve 14 kes hatin kuştin

Ji destpêka Mijdarê de li Derayê di encama 12 êrişan de 14 kes hatine kuştin. Ev bîlanço asta tundî û rewşa ewlehiyê ya xirab li herêmê nîşan dide.

Li Derayê ji destpêka mehê ve 14 kes hatin kuştin
15 mijdar, 2023   14:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, ji destpêka Mijdarê (2023) de li Derayê 12 êrişên bi rêbazên cuda pêk hatine, di encamê de 14 kes hatine kuştin.

Li gorî daneyên SOHR`ê, li Derayê ji destpêka îsal ve jî 451 êriş pêk hatine û di encamê de 356 kes hatine kuştin.

Ev bîlanço binkeftina hikumeta Şamê ya kontrolkirina rewşa ewlehiyê li herêmê nîşan didin, nemaze hikumeta Şamê di salên 2018 û 2021`yan de li herêmê “çareserî” dabû destpêkirin.

(c)