Li ser rêya Hums-Selemiyê qeza: 7 kes mirin

Vê sibehê li ser rêya Hums-Selemiyê qezayeke trafîkê çêbû. Di encamê de 7 kesan jiyana xwe ji dest da, 17 kes jî birîndar bûn.

Li ser rêya Hums-Selemiyê qeza: 7 kes mirin
15 mijdar, 2023   15:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Wetan ji çavkaniyên tenduristiyê yên Nexweşxaneya Wetenî ya Selemiyê ragihand ku li ser rêya giştî ya Hums-Selemiyê otobusek û erebeyek li hev qelibîne, di encamê de 7 kesan jiyana xwe ji dest daye, 17 kes jî birîndar bûne.

Hat ragihandin ku hin birîndarên rewşa wan giran, rakirine nexweşxaneya Hemayê.

Çavkaniyekî polîsên herêma Selemiyê eşkere kir ku li gorî lêpirsînên destpêkê, sedema qezayê barîna baranê û rewşa hewayê ye. Her wiha destnîşan kir ku leza zêde û bêbaldariya ajokaran jî bûye sedema qezayê.

(c)