Şêniyên Amûdê: Em li ser rêya berxwedanê ne û dê serkeftin para me be

Di merasîma sersaxiyê ya endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Emmar Hemo de, gelê Amûdê destnîşan kir ku ew li hemberî êrişên dewleta Tirk têk naçin, ji ber ku rêya berxwedanê û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan dişopînin.

14 kanûn, 2023   15:05
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê ji bo sersaxiya ji malbata endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Emmar Hemo re ku di 12'ê Kanûnê de li bajarê Hesekê ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da, merasîmek li dar xist.

Di merasîmê de bi sedan şêniyên navçeya Amûdê, 4 bajarok û gundên wê, endamên saziyên civaka sivîl, nûnerên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Kongreya Star, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Kongreya Îslama Demokratîk amade bûn.

Kon li pêşiya mala malbata şehîd a li Amûdê hate vedan.

Di merasîmê de rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê Îlham Hisên fedakariyên şehîdan bi bîr anîn û diyar kir ku heta serkeftinê ew girêdayî destkeftiyên şehîdan in.

Hevseroka Meclisa navçeya Amûdê Ezîza Hecî Cûlî got: “Em ê her tiştê xwe bidin da ku bigihêjin armancên ku kur û keçên me ji bo wan şehîd bûne."

Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Selahedîn Ehmed jî durûtiya hêzên navneteweyî û bêdengiya wan a li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û got: "Em ê li ser şopa şehîdan bimeşin heta ku dagirkerî têk biçe. Madem em li ser rêya berxwedanê ne, serkeftin dê para me be."

Merasîm bi xwendina wesîqeya şehadetê ya endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Emmar Hemo bi dawî bû.

(şx)

ANHA