Hevpeymana Civakî di rojnameyên erebî de

Rojnameya El Ereb a Londonê destnîşan kir ku Hevpeymana Civakî rê li pêşiya ji nû ve sazkirina Rêveberiya Xweser vedike. Rojnameya El Ereb El Cedîd jî diyar kir ku hevpeyman, ji bo Sûriyeyê hêviya çareseriyê ye.

Hevpeymana Civakî di rojnameyên erebî de
14 kanûn, 2023   14:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Gelek rojnameyên erebî behsa Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

‘HEVPEYMANA NÛ RÊ LI PÊŞIYA JI NÛ VE SAZKIRINA RÊVEBERIYA XWESER VEDIKE’

Rojnameya El Ereb a Londonê di raporeke xwe de behsa Hevpeymana Civakî kir ku di encamê de sazûmaniya rêveberiyê û navê wê hate guherandin.

Rojnameyê diyar kir ku hevpeymana nû ji aliyê komîteyekê ve ku ji 30 endaman pêk tê, hate nirxandin. Ev gav, piştî rexneyên li ser hevpeymana yekemîn hate avêtin.

‘RÊVEBERIYA XWESER NAVÊ XWE GUHERAND Û HERÊMÊN XWE KIRIN YEK’

Rojnameya Şerq El Ewsat jî ku agahiyên xwe spartinên edama Komîteya Berfireh a sazkirina hevpeymanê Foza Yusif, wiha nivisî: “Hevpeyman, destûreke birêxistinkirî ya xwecih e. Di navbera endamên civakê de lihevkirineke veşartî ye, sazûmaniya Rêveberiya Xweser ji nû ve çêdike, ji bo ku erk û têkiliyên wê bi rêveberiyên herêmên din re diyar bike.”

Rojnameyê diyar kir ku hevpeymana nû li ser bingeha pêşxistina rêveberiyê, yekkirina pergalan û qanûnê ava bûye. Avakirina rêveberiyên mîna Reqa, Dêrazor piştî rizgarkirinê demkî bû û derfet tune bû gel nûnerên xwe hilbijêre.

Rojnameyê îşaret pê kir ku di amadekirina hevpeymanê de, modelên dewletên federal mîna Iraqê û Swîsreyê bûne mînak lê xwe dispêre destûra Sûriyeyê, ji ber ku xîtabekî navendî ye.

Li gorî Foza Yûsif “Hevpeyman li ser 3 xalên bingehîn hatiye amadekirin, rêgezên mafan û azadiyan ên cîhanê, sûdgirtina ji tecrubeyên demokratîk ên cîhanê yên herî adil û wekhev. Ya sêyemîn jî tecrubeyeke xweser e ku ne wekî yên berê ye.”

Foza destnîşan kir ku di nivîsandina hevpeymanê de yekitiya axa Sûriyeyê hatiye esasgirtin û di gelek bendan de hatiye bibîrxistin ku bi erêkirina tevahî pêkhateyan destûr bê amadekirin û ev hevpeyman ji bo berjewendiya giştî dikare bê guhertin.

‘RAGIHANDINA HEVPEYMANÊ JI BO ÇARESERIYA LI SÛRIYEYÊ HÊVÎ YE’

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û endamê Komîteya Biçûk a Hevpeymana Nû Sîhanok Dîbo jî ji rojanmeya El Erebî El Cedîd re axivî û got: “Ragihandina hevpeymanê, ji bo çareseriya li Sûriyeyê hêvî ye.”

Dîbo wiha domand: "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo aloziya Sûriyeyê modela çareseriya rastîn û çalak li ser bingeha biryara navneteweyî ya bi hejmara 2254’an e. Ez hêvî dikim ku peyman ji bo çareseriya li welêt, hêviyekê çêke û Rêveberiya Xweser wek çareseriyeke nîştimanî ya guncaw bê qebûlkirin."

Dîbo di axaftina xwe ya li gel rojnameyê de destnîşan kir ku heta hevpeyman amade bû, bi dehan civîn ji gel re li herêm û bajarên Rêveberiya Xweser hatine çêkirin û got: "Ev peyman gelek mijaran di ber çavan re derbas kiriye. Jê, çareserkirina dozen neteweyî û yên girêdayî pêkhateyên Sûriyeyê, hewl dide sûdê ji tecrubeyên ku Rêveberiya Xweser di salên borî de tê re derbas bûne, bigire."

Dîbo wiha lê zêde kir: "Di hevpeymanê de bendek heye ku derfetê dide guhertina hevpeymanê bi giştî, heke sûriyeyî li ser destûreke demokratîk li hev bikin."

(şx)