Şehîdên Hefteya Lehengiyê li Helebê hatin bibîranîn

TEV-DEM`ê destnîşan kir ku şehîd Egîd û Mazlûm mohra xwe li dîroka Tevgera Rizgariya Kurdistanê û doza Kurd daye.

Şehîdên Hefteya Lehengiyê li Helebê hatin bibîranîn
Şehîdên Hefteya Lehengiyê li Helebê hatin bibîranîn
Şehîdên Hefteya Lehengiyê li Helebê hatin bibîranîn
Şehîdên Hefteya Lehengiyê li Helebê hatin bibîranîn
Şehîdên Hefteya Lehengiyê li Helebê hatin bibîranîn
Şehîdên Hefteya Lehengiyê li Helebê hatin bibîranîn
30 adar, 2024   13:45
HELEB

Bi boneya Hefteya Lehengiyê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li hola civînan a Navenda Şehîd Gelhat a li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê semînerek li dar xist. Şênî û endamên saziyên sivîl û partiyê tev li semînerê bûn.

Di semînerê de endama rêveberiya Yekitiya Mala Êzidî Rûşîn Musa axivî û îşaret bi girîngiya vê hefteyê di dîroka Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û doza Kurd de kir û got: "Pêvajoyeke girîng bû. Têkoşîn, di wê pêvajoyê de derbasî qonaxeke din a bidestxistina destkeftiyan bû."

Rûsîn destnîşan kir ku bi saya berxwedaa girtîgehan û ragihandina şerê çekdarî ji aliyê şehîd Egîd ve, gelê Kurd serî li hember pergalên serdest û siyasetên wan ên hovane hilda û wiha domand: "Bi wê berxwedanê me xwe nas kir û dawa mafên xwe yên bindest kir."

Rûşîn soz da ku li ser şopa şehîdan bin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were û got: "Şehîdan gava yekemîn avêtin, em jî dê rêya wan li ser bingeha fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan berdewam bikin. Heta mafên xwe bi dest nexist, em gav paşde navêjin."

Di dawiyê de sînevîzyonek têkildarî jiyana Rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna şehîd Egîd (Mahsûm Korkmaz) û Mazlûm Dogan hate pêşandan.

(şx)

ANHA