Desteya Rûspiyan ji ber wefata Fewaz El Zobaî peyama sersaxiyê weşand

Desteya Rûspiyan ji bo wefata yek ji damezirînerên desteyê Fewaz El Zobaî peyama sersaxiyê da.

Desteya Rûspiyan ji ber wefata Fewaz El Zobaî peyama sersaxiyê weşand
30 adar, 2024   13:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber wefata yek ji damezirînerên desteyê Fewaz El Zobaî peyama sersaxiyê weşand.

Di peyamê de hate gotin: "Ji endamên damezirîner ên Desteya Rûspiyan Fewaz El Zobaî (Ebû Merwan) ji ber nexweşiyê roja 19’ê Remezanê wefat kir. Fewaz El Zobaî ji kesayetên welatparêz ên civakî ye. Dostê durist ê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî yê gelê Kurd bû. El Zobaî ji kesên pêşîn bû ku di nava refên têkoşîna belavkirina biratiya gelan û jiyana hevbeş de cih girt û ji bo pêkanîna azadiyê kedeke mezin da û ji bo biratiya gelan û jiyaneke mezin tê koşiya. Em bavê Merwan oxir dikin û dibêjin bila serê gelê me sax be."

(şx)

ANHA