Aloziya avê ya li Hesekê dîsa kete rojevê

Şêniyên Hesekê ji ber birîna avê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, ketine nava tengasiyeke mezin. Her wiha bi hatina havînê re, barê şêniyên bajêr girantir bûye.

Aloziya avê ya li Hesekê dîsa kete rojevê
Aloziya avê ya li Hesekê dîsa kete rojevê
Aloziya avê ya li Hesekê dîsa kete rojevê
Aloziya avê ya li Hesekê dîsa kete rojevê
Aloziya avê ya li Hesekê dîsa kete rojevê
Aloziya avê ya li Hesekê dîsa kete rojevê
Aloziya avê ya li Hesekê dîsa kete rojevê
Aloziya avê ya li Hesekê dîsa kete rojevê
11 gulan, 2024   05:06
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Wekî her sal bi hatina havînê re, aloziya avê li bajarê Hesekê dîsa dubare dibe. Ji ber ku dewleta Tirk ji 2019`an ve anku ji dema bajarê Serêkaniyê dagir kiriye, av ji ser bajêr biriye.

Tevî ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek hewl dide pêdiviyên şêniyên bajêr ên avê peyda bike û ji bo wê 60 sahrîc veqetandine û li kolanan depo danîne, lê şênî zehmetiyan dikişînin. Ji ber ku pêdiviya bajêr rojane bi zêdetirî 130 hezar metrekab avê heye.

`JI BO AVÊ BI DEST BIXIN JI DERENGIYA ŞEVÊ VE DIKEVIN DORÊ `

Şêniyê bi navê Ebdullah Ceydeh têkildarî zehmetiyên ku ji bo peydakirina avê dikişînin, got: "Pirgirêka avê li Hesekê nayê wesifandin. Ji ber ku hejmara şêniyan li bajêr zêde ye û bi hatina havînê re, êdî depoyên ku rêxistinan li kolanan û taxan danîne, têrê nakin."

Ceydeh wiha domand: "Pirsgirêkeke din hene, kirîna avê ji sahrîcan bihatir bûye. Em nikarin her tim bi rêya wan avê peyda bikin. Mala min bi kirê ye, quta min jî sînordar e. Ev bi xwe zehmetiyeke mezin e."  

Her wiha Ceydeh destnîşan kir ku ji bo avê peyda bikin, bi nimêja sibê re şiyar dibe û galonan dike dorê û got: "Rewşa şêniyan aynî ya min e. Her kes ji şevê ve galonên xwe dikin dorê ji bo ku roja din avê zû bi dest bixin.

Li gorî daneyên ku hatine bidestxistin, rojane nêzî 800 sahrîc di nava bajêr de digerin û avê didin. Rêxisitnên sivîl jî, avê bi rêya depoyên li taxan danîne, li şêniyan belav dikin.

Şêniya bi navê Munîfe Hemze jî behsa êş û zehmetiyên xwe ji bo peydakirina avê kir û got: "Ji 2019`an ve, rewşa me wisa ye. Em ava vexwarinê ji depoyên li kolanan peyda dikin. Lê belê ava ji bo şûştina firax û cil û bergan ji bîran peyda dikin ji ber ku şor in û nayê vexwarin."

Munîfe wiha domand: "Dora avê qerebalix e. heta bikarim 2 galonên av bi dest bixin, gelek saetan di dorê de dimînim. Divê cîhan vê aloziyê bi dawî bike, av mîna berê vegere."

Desteya Rêveberiya Herêmî ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê Tebaxa 2023`yan dest bi projeyekê kir ji bo ku avê ji bajarê Amûdê bigihîne bajarê Hesekê. Di projeyê de wê 20 bîr bên kolandin. Dûre bi rêya boriyan bi dirêjahiya 62 kîlometreyan, avê bikişîne bajêr. Lêçûna vê projeyê 18 milyon dolar e û dê li 4 qonaxan pêk were. Li rex vê projeyê, projeyeke din da destpêkirin ku avê ji Firatê bigihîne Hesekê.

Gerînendetiya Avê ya Hesekê Tîrmeha 2023`yan daxuyaniyek dabû û ragihandibû ku dewleta Tirk a dagirker Hesekê kiriye herêmeke karesatê û bang li rêxistinên têkildar kiribû ku vê karesatê çareser bike.

(şx)

ANHA