Şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Ednan El Ebdullah hat oxirkirin

Bi tevlêbûna bi sedan kesî cenazeyê şervanê Hêzên Ekra Xweparastinê Ednan El Ebdullah li Goristana Şehîdan a Minbicê hat veşartin.

Şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Ednan El Ebdullah hat oxirkirin
Şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Ednan El Ebdullah hat oxirkirin
Şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Ednan El Ebdullah hat oxirkirin
Şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Ednan El Ebdullah hat oxirkirin
Şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Ednan El Ebdullah hat oxirkirin
Şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Ednan El Ebdullah hat oxirkirin
Şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Ednan El Ebdullah hat oxirkirin
Şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Ednan El Ebdullah hat oxirkirin
Şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Ednan El Ebdullah hat oxirkirin
2 kanûn, 2023   17:38
MINBIC

Bi sedan şêniyên Minbicê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Ednan El Ebdullah li Goristana Şehîdan a li başûrê bajar spart axê.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbic û Gundewarê wê Sebah El Mirî soza şopandina xeta şehîdan da û got: "Em li vî cihê pîroz bi serbilind û bi sekna rumetê şehîdek ji şehîdên azadî û berxwedanê oxir dikin."

Endamê Nivîsgeha Parastinê ya Minbicê Lûey El Elî jî axivî, destnîşan kir ku şehîd berpirsyariya parastina gel û xaka xwe girtin ser milê û ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk a pirrengî tê koşiyan.

El Elî anî ziman ku dê berxwedana parastina gel û welat bidomînin.

Wesîqeya şehadetê ya şehîd ji aliyê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Hesen Hisên ve hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Hevreyên şehîd cenaze hilgirt ser milê xwe û bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re spart axê.

(bb)

ANHA