Şehîd Yasir El Hemade hat oxirkirin

Şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Yasir El Hemade bi merasîmekê hat veşartin.

Şehîd Yasir El Hemade hat oxirkirin
Şehîd Yasir El Hemade hat oxirkirin
Şehîd Yasir El Hemade hat oxirkirin
Şehîd Yasir El Hemade hat oxirkirin
Şehîd Yasir El Hemade hat oxirkirin
Şehîd Yasir El Hemade hat oxirkirin
Şehîd Yasir El Hemade hat oxirkirin
Şehîd Yasir El Hemade hat oxirkirin
Şehîd Yasir El Hemade hat oxirkirin
Şehîd Yasir El Hemade hat oxirkirin
Şehîd Yasir El Hemade hat oxirkirin
Şehîd Yasir El Hemade hat oxirkirin
11 sibat, 2024   13:20
HESEKÊ

Cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Yasir Beşîr El Hemade bi merasîmekê li Pakrawangeha Şehîdan a li navçeya Şedadê ya kantona Cizîrê hat veşartin. Şêniyên navçeyê, endamên saziyên sivîl û hevreyên şehîd beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeya rêzgirtin û torana leşkerî ya şervanên Hêzên Erka Xweprastinê û QSD’ê dest pê kir.

Piştre rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Şedadê Ewda El Hisên sersaxî ji malbat û hevreyên şehîd re xwest û got, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê di rêya parastina destkeftiyên xwe de bê teredudu berdêlan bidin.

Endamê Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Kantona Cizîrê Demhat Hesekê bal kişand ser têkoşîna şehîd Yasir. Demhat Hesekê got aramî û destekftiyên gelên herêmê berhemên keda şehîdan e.

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd Yasir Beşîr El Hemade hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd bi dirûşman li Pakrawangeha Şehîdan a Şedadê hat veşartin.

(bb)

ANHA