Meşa Azadiyê di roja 11’an de ye

Meşa Mezin a Azadiyê ku ji du baskan li Wan û Qersê hat destpêkirin, di roja 11’emîn de didome.

Meşa Azadiyê di roja 11’an de ye
11 sibat, 2024   13:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Meşa Mezin a Azadiyê ku di 1'ê Sibatê de ji aliyê du baskên Wan û Qersê ve bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 11'emîn de didome. Meşvanên azadiyê ji aliyê gel ve bi coş hatin pêşwazîkirin.

baskê Wanê yê “Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk hatiye destpêkirin, îro di danê sibehê de ji navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ber bi navçeya Serêkaniyê ya Rihayê ve kete rê. Meşvan, li vir bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin.

Baskê Qersê yê "Meşa Mezin a Azadiyê" jî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd hat destpêkirin, gihişt Sêrtê. Meşvan danê sibehê derbasî TaxaVeysel Karanî bûn, tirbe ziyaret kirin û ji bo aştiyê dua kirin. Piştî ku li navçeyê meş hat lidarxistin. 

Piştî meşa bi dirûşmeyên " Bijî berxwedana zindanan" Parlamentera DEM Pasrtiyê Newroz Uysal li avahiya navçeyê ya DEM Partiyê axaftinek kurt kir. Newrozê wiha got “Tecrîd li her aliyê jiyana me belav bûye. Yek ji krîzên aborî an yên din dê bi dawî nebe heta ku ev tecrîd  neqede.”

Meşvan piştre derbasî Newala Qesaba bûn û li wir bîranînek li dar xistin. Di bîranînê de Parlamentera DEM Partiyê Sebahat Erdogan axivî û got, "Ji ber xwîna ku li vir hatiye rijandin navê vê re bûye Newala Qesaba. JÎTEM'ê gelek siyasetmedar û welatiyên Kurd qetil kirin. JÎTEM'ê em qetil kirin, AKP'ê li ser êşa me avahiyan ava dike ."

Ji meşvanan Salih Kuday jî wiha got: "Em li gelek cihên bi êş geriyan. Xwezî em neçarî vê nehata kirin. Dayîk bi hesreta dîtina parçeyek hestiyên zarokê xwe man. Dema dayikek li hestiyên zaroka/ê xwe digeriya, hestiyên 8 kesên cuda hat.

Meşvan piştre jî derbasî navenda Sêrtê bûn. Li vir bi sedan kes tev li meşvanan bûn.