Şehîd Nagîhan Akarsal li Hesekê û Kobanê hat bî bîranîn

Endamên Navenda Jineolojiyê li bajarên Hesekê û Kobanê, ligel nûnerên rêxistinên sivîl, siyasî û jinan, Şehîd Nagîhan Akarsal bi bîr anîn û soza berdewamkirina xebat û mîrateya ku wê dest pê kiriye dan.

4 cotmeh, 2026   12:39
HESEKÊ

Navenda Jineolojiyê li Hesekê bi boneya salvegera 4`mîn a şehadeta lêkolîner, nivîskar û rojnamevan Nagîhan Akarsal çalakiyek bîranînê li dar xist. Çalakî li Navenda Çand û Hunerê ya li Taxa Muftiyê hate lidarxistin û endamên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî, her weha nûnerên rêxistinên jinan beşdarî çalakiyê bûn.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre Leyla Kûsa dayika şehîd Malda Kûsa, ku endama Akademiya Jineolojiyê bû, axivî û soza şopandina şopa şehîdan û berdewamiya têkoşîna ji bo azadiyê da.

Dayikên şehîdan jî ji bo bîranîna şehîd Nagîhan Akarsal mûm vêxistin.

endama Akademiya Jineolojiyê, Nezha Zahir jî axivî û bal kişand ser rêwîtiya rewşenbîrî û lêkolînê ya Nagîhan û diyar kir ku Nagîhan xebat û zanîna xwe ji bo pirsgirêkên jinan û azadiyê terxan kiriye.

KOBANÊ

Şehîd Nagîhan Akarsel di salvegera xwe ya 4`emîn de li bajarê Kobanê li Meclîsa Malbatên Şehîdan bi amadebûna bi dehan şêniyan, hat bi bîranîn.

Piştî deqeyekê rêzgirtinê, mûm li dora wêneyê şehîd Nagîhan ji aliyê dayikên şehîdan ve hat pêxistin, piştre Hevseroka Malbatên Şehîdan Sara xelîl diyr kir ku ku şehîd Nagîhan bi rihê parastina jinê têkoşiya û got: “ li ser fikra berxwedaniyê û azadiya jinan rabû ser piyan, li ser xeta şehîdan heta roja dawî bêy dudilî li ber xwe da û bi ser ket.”

Endama Koordînasyona Kongira Star ya bajarê Kobanê Xunav Xelîl jî got: “Şehîd Nagîhan jî ji bo zanist û jineolojiyê têkoşiya da ku ew jî bikaribe hemû destdirêjiya li ser jinan ji dîrokê re tomar bike, lê ew jî li ser destê dijminên jinan li başûrî kurdistanê şehîd bû..”

Endama Akademiya Jineolojiya Şehreza Osman şehîd Nagîhan bi bîr anî û got; “jin şoreşa xwe li dar dixin. Em jî rastî înkar, tunekirin û hemû cure  asîmlasyon hatine. Lê îro bi saya fikra Rêber Abdullah Ocalan em li vir in, bi saya wan keç û xortan ku canê xwe kirin mertal ji bo avakirina civakeke azad em li virin.”

Piştî pêşandan sînevizyoneke li ser jiyana şehîd Nagîhan çalakiya bîranînê bi xwendina helbestan bi dawî bû.

Nagîhan Akarsal, endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, nivîskar, lêkolîner û rojnamevan, di 4ê Cotmeha 2022`an de li nêzî mala xwe li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê di êroşeke çekdarî de, şehîd bû.

(ekîb/k)

ANHA