Xwendekar û mamoste: Em biryara hikumetê napejirînin

Xwendekar û mamosteyê Dibistana Amadeyî ya Şehîd Jîr ji bo şermezarkirin û redkirina biryara hikumeta veguhêz a Şamê derbarê zimanê Kurdî de daxuyaniyek dan û gotin: “Em biryara Şamê napejirînin û emê hertim li ser piyan bin”.

Xwendekar û mamoste: Em biryara hikumetê napejirînin
Xwendekar û mamoste: Em biryara hikumetê napejirînin
Xwendekar û mamoste: Em biryara hikumetê napejirînin
Xwendekar û mamoste: Em biryara hikumetê napejirînin
Xwendekar û mamoste: Em biryara hikumetê napejirînin
4 cotmeh, 2026   12:48
QAMIŞLO

Xwendekar û mamosteyê Dibistana Amadeyî ya Şehîd Jîr a li taxa Xerbî ya Qamişlo ji bo şermezarkirin û redkirina biryara hikumeta veguhêz a Şamê derbarê zimanê Kurdî de daxuyaniyek dan. 

Daxuyanî di hewşa dibistanê de hat dayîn. Di çalakiyê de pankartên “Zimanê me nasnameya me ye”, “Ez Kurd im, zimanê min Kurdî ye”, “Bi Kurdî bixwîne, bi Kurdî binivîse, bi Kurdî biaxive” hatin hildan. Dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe” û “Na ji biryara Şamê re, na, na, na” hatin berzkirin.

Piştî kêliyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan û xwendekaran sirûda “Ey Reqîb” xwendin, daxuyanî bi zimanê Kurdî, Erebî û Îngilîzî hat xwendin.

Xwendekara bi navê Silava Şiyar Elî got: “Em wek xwendekarên berxwedêr, em careke din dubare dibêjin, biryara Wezareta Perwerdeyê ji bo zimanê Kurdî em qet napejirînin. Ev biryar biryarek bêmafî ye. Bêrêzgirtin û di barê gelê Kurd ne newekhevî ye. Zimanê Kurdî ji kevintirîn zimanên cîhanê ye. Zimanê Kurdî reng, deng, bîrgeh, nasname û çanda me ye. Zimanek dewlemend û têrker e. Em naxwazin demjimêr bên zêdekirin. Em perwerdeya bi zimanê xwe dixwazin û tevahî mufredat bi zimanê dayîkê be. Em dixwazin tevahî zimanan fêr bibin, lê perwerdeyê tenê bi zimanê xwe dixwazin. Em daxwaz dikin biryara heyî bê nirxandin. Ji ber dengê xwendekarên Kurd nayê bihîstin. Em piştî biryarê heta niha li ser piyan in û emê li ser piyan bin. Li dibistanan em rastî êriş, heqeretên mamosteyên hikumetê tên. Em vê qet napejirînin. Em ji bo zarokên cîhanê di nava aramiyê de bijîn me li hemberî DAIŞ’ê li ber xwe da. Em îro li vir bi awayê siyasî tên qirkirin ji bo ber biryarên Colanî. Em bang li tevahî Kurdan dikin ku rabin çalakiyan.”

Pişre xwendekar bi navê Besna Ednan Omer daxuyanî bi erebî û mamoste Rojîn Mihemed jî bi Îngilîzî xwend.

Çalakî bi dirûşma “Bê ziman jiyan nabe û na ji biryarên Şamê re” bi dawî bû.

(bî/k)

ANHA