Li Dirbêsiyê xwendekaran daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî kir

Xwendekarên li bajarê Dirbêsiyê ji bo daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî çalakiyek li dar xist.

Li Dirbêsiyê xwendekaran daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî kir
Li Dirbêsiyê xwendekaran daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî kir
Li Dirbêsiyê xwendekaran daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî kir
Li Dirbêsiyê xwendekaran daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî kir
Li Dirbêsiyê xwendekaran daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî kir
4 cotmeh, 2026   11:57
HESEKÊ

Xwendekarên dibistana El Turfa ya bajarê Dirbêsiyê der barê redkirina biryara têkildarî zimanê kurdî û dûrxistina wê ji qada perwerdeyê çalakiyek li dar xist.

Di çalakiyê de xwendekaran pankartên bi nivîsa “Zimanê me rûmeta me ye”, “Em zimanê xwe dixwazin” û “Zimanê me yê kurdî mafê me yê destûrî ye” rakiribûn.

Xwendekara bi navê Şêrîn Dawûd di çalakiyê de daxuyaniyek xwend û da zanîn ku zimanê kurdî bingeha sereke ya nasnameya gelê Kurd e û bal kişand ser vê gotina Celadet Elî Bedirxan: “Ziman şertê yekemîn ê hebûna netewekê ye.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku her Kurdek heke bi zimanê xwe perwerde nebîne û nenivîse wê ji nasnameya wî bê kêmkirin, parastina ziman û dayîna wê ji bo nifşên bê berpirsyartiyeke giştî ye.

Xwendekaran da zanîn ku daxwaza parastina mafê xwendekaran ê perwerdeya bi zimanê dayikê kir.

(sb)

ANHA