Şehîd Mihemed Silêman li Tirbespiyê hate oxirkirin

Xelkê Tirbespiyê di merasîma oxirkirina şehîd Mihemed Silêman de diyar kir ku ew li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker yek in û ew êriş têkoşîna wan naşikînin.

Şehîd Mihemed Silêman li Tirbespiyê hate oxirkirin
Şehîd Mihemed Silêman li Tirbespiyê hate oxirkirin
Şehîd Mihemed Silêman li Tirbespiyê hate oxirkirin
Şehîd Mihemed Silêman li Tirbespiyê hate oxirkirin
Şehîd Mihemed Silêman li Tirbespiyê hate oxirkirin
Şehîd Mihemed Silêman li Tirbespiyê hate oxirkirin
Şehîd Mihemed Silêman li Tirbespiyê hate oxirkirin
Şehîd Mihemed Silêman li Tirbespiyê hate oxirkirin
23 mijdar, 2023   18:24
QAMIŞLO

Bi sedan xelkê Tirbespiyê cenazeyê şehîd Mihemd Silêman spart axê. Mihemed Silêman duh di bombebarana balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li dijî erebeya wî li bajarokê Til Marûf ê li başûrê Tirbepiyê de şehîd bûbû.

Şehîd Mihemed li Goristana Şehîd Dilşêr a gundê Gugirê hate oxirkirin. Di merasîmê de endamê rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê Mihemed Zekî Îbrahîm axivî û wiha got: "Em baş dizanin ku êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî yekitî û hevgirtina me ne û hewl dide vîna gelê me bişikîne. Lê bi saya fedakariyên vî şehîdî û hevrêyên wî em ê têkoşîna xwe bi çi berdêlî dibe bila bibe dewam bikin."

Li ser navê Hêzên Erka Xweparastinê yek ji rêveberan Dilbirîn Ferho axivî û got: "Em soz didin gelê xwe ku em ê têkoşînê dewam bikin û di oxira parastina destkeftiyên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û pêşxistina projeya demokratîk de her tiştî bikin. Êrişên dewleta Tirk li pêş têkoşîna me nabin bend, berovajî wê em soz didin şehîdên xwe em ê tola wan hilînin."

Ferho anî ziman ku artêşa Tirk a dagirker di êrişên xwe de hewl didin derbe li ewlehî û îstîqrara Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bixin û ew wek hêzên leşkerî li ser soza xwe ne ku ewlehî û îstîqrarê peyda bikin.

Dûre wesîqeya şehîd hate xwendin û di nava tilîliyên dayikan de hate oxirkirin.

(fr)