′Divê jin xwe bi fikra azad bi çek bikin′

Jinên beşdarî atolyeya rêxistinên jinan bûne li ser pêwîstiya zanakirin û kûrbûna di têgeha azadiya jinê de li hev kir û got ji bo sekna li dijî tevahî cureyên tundiyê divê jinê hevgirtî bin.

′Divê jin xwe bi fikra azad bi çek bikin′
′Divê jin xwe bi fikra azad bi çek bikin′
′Divê jin xwe bi fikra azad bi çek bikin′
′Divê jin xwe bi fikra azad bi çek bikin′
23 mijdar, 2023   18:09
HESEKÊ

Li Hesekê bi diruşma ′Li dijî her cureyên tundî û dagirkeriyê, Jin, Jiyan, Azadî′ rêxistinên jinan a hesekê atolyeyek li dar xist. Atolya bi nîqaşên mijara 5′an bi dawî bû.

Bi boneya 25′ê Mijdarê Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, Kongra Star, Komîteya Pewerdeyê ya girêdayî wê, Navenda Lêkolînan a Jineolojiyê, Hêzên Parastina Civakî-Jin, Nivîsgeha Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk, ev atolye hate lidarxistin.

Endama Hêzên Parastina Civakî-Jin Menwer Yûsif mijara 5′an a li ser rêbazên parastina jinê ji tundiyê şîrove kir û got: "Parastina û xweparastinê di hemû zindiyan de heye. Xweparastina jinê jî ji zanabûna wê û xurtkirina rêxistinbûyîna xwe ya parastinê ye."

Dûre beşdaran nêrînên xwe li mijarên atolyeyê parvekirin û got pêwîstî bi balkişandina li ser tevahî şêweyên tundî û sekna li dijî wê di meteryalên xwendinê de heye ku zarokên fêr bibin, her wiha divê jin xwe bi fikra azad bi çek bikin. Ji ber ku hîna ew mafên xwe nas nake. Her wiha divê jin piştgiriya hev bikin, waneyên li ser dîroka jinê werin dayîn, waneyên li ser zanakirina guhartina zihniyeta di civakê de werin dayn, destkeftiyên jinan ên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê werin parastin, qanûnên herî tund li dijî kesên tundiyê pêk tînin werin danîn, bi taybet der barê zewicandina temenbiçûkan.

Atolye bi diruşmên ′Jin, Jiyan, Azadî′ bi dawî bû.

(fr)

ANHA