Şehîd Ciwan Reqa hat oxirkirin

Şervanê QSD’ê Ciwan Reqa (Ebdullah Malik El Sena) li Reqayê bi merasîmekê hat oxirkirin.

Şehîd Ciwan Reqa hat oxirkirin
Şehîd Ciwan Reqa hat oxirkirin
Şehîd Ciwan Reqa hat oxirkirin
Şehîd Ciwan Reqa hat oxirkirin
Şehîd Ciwan Reqa hat oxirkirin
Şehîd Ciwan Reqa hat oxirkirin
Şehîd Ciwan Reqa hat oxirkirin
29 îlon, 2025   15:10
REQA

Bi sedan şêniyên kantona Reqayê, endamên saziyên sivîl û meclisên leşkerî, partiyên siyasî, komîn û meclisan bi merasîmekê şervanê QSD’ê şehîd Ciwan Reqa (Ebdullah Malik El Sena) li Pakrewangeha bajarokê Hikumiyê spart axê.

Piştî deqeya rêzgirtinê, hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Reqayê Cemîla Xelîl axivî. Cemîla Xelîl sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Şervanê leheng Ebdullah El Sena ala heqiyê hildabû û gav şûnde nediavêtin. Bi xwîna xwe ya pak destanên lehengî û fedaîtiyê nîvisandin.”

Cemîla Xelîl di dawiya axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîdan da.

Endama Meclisa Leşkerî ya Reqayê Hevrîn Mihemed jî di merasîmê de axivî û got: "Bi navê Meclisa Leşkerî ya Reqayê û Yekîneyên Parastina Jin em sersaxiyê ji malbata şehîd Ebdullah re dixwazin. Ji vî cihê pîroz em careke din soz didin we ku em dê heya kêliya dawîn a jiyana xwe şopdarên rêya şehîdan bin.”

Hevrîn Mihemed di dawiya axaftina xwe de got: "Heya herêmên me ji terorê rizgar nebin, em ê nesekinin.”

Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Şêx Hisên El Elî jî got: "Cihê şehîdan di jiyanê û di axiretê de bilind e. Divê em vê bizanin; şehîdan ji bo parastina welatê xwe canê xwe feda kir, lewre li cem Xweda nemir in."

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Cenazeyê şehîd Ciwan bi dirûşmên "Bi can, bi xwîn em bi te re ne şehîd" hat definkirin.

Şervanê QSD’ê Ciwan Reqa (Ebdullah Malik El Sena) 26’ê Îlona îsal di bersivdayîna êrişa şaneyên çeteyên DAIŞ’ê de li bajarê Bisîra yê kantona Dêrazorê de şehîd bûbû.

(bb)

ANHA