Li Efrînê kalemêrek hat revandin

Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Efrînê diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyek ji gundê Basûfanê yê bajarokê Şêrawayê yê Efrînê revand.

Li Efrînê kalemêrek hat revandin
29 îlon, 2025   14:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Efrînê, piştî welatî Fewzî Ehmed Elî (70) yê êzidî yê ji gundê Basûfanê yê bajarokê Şêrawayê red kir ku mala xwe bide çeteyên dewleta Tirk a dagirker, hat revandin. Çeteyan hewl dida mala wî bikin mizgeft.

Heman navendê da zanîn ku malbatên revandî heta niha aqûbeta wî nizanin.

Li herêmên dagirkirî bi taybet li Efrînê sûcên revandin, desteserkirina mal û milkan û koçberkirina bi darê zorê bi armanca guhertina demografiya herêmê, ji hêla çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve didomin.

(fr)