Komîsyon dê li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê dê di civîna xwe ya 13’emîn a di roja 2’yê Cotmehê de li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike.

Komîsyon dê li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike
29 îlon, 2025   16:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku di çarçoveya çareseriya pirsgirêka Kurd de hatiye avakirin, dê di civîna xwe ya 13’emîn a di 2’yê Cotmehê de li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike. Civîn, dê saet di 11.00’ê de bê lidarxistin. 

Di rûniştina ewil a civînê de ku dê bi pêşengtiya Serokê Meclisa tirkiyê Nûman Kurtulmuş bê lidarxistin, li Komeleya Hiqûqnasan, Enstîtûya Hiqûqê ya Tirk, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Parêzerên Sosyal Demokrat (SODAD) û Komeleya Lêkolînên Hiqûqî (HUDER) guhdarî bike. Di rûniştina duyemîn de jî dê li Prof. Dr. Abdurrahman Eren, Prof. Dr. Fazil Husnu Erdem, Prof. Dr. Îlhan Uzulmez, Prof. Dr. Mahmut Koca û Prof. Dr. Bahrî Ozturk guhdarî bike.