Dan û standinên DYA û Îranê sibê dest pê dikin

Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê ragihand ku dan û standinên DYA û Îranê dê sibê bi beşdariya Pakistan û Qeterê wekî navbeynkar, dest pê bikin.

Dan û standinên DYA û Îranê sibê dest pê dikin
18 hezîran, 2026   16:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê îro ragihand ku dan û standinên di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê de dê sibê li Swîsreyê dest pê bikin. 

Di daxuyaniya wezaretê de hate gotin: "Niha Dewletên Yekbûyî û Îran li gel navbeynkarên Pakistan û Qeter, hîn jî biryar e ku sibê li Burgenstockê bicivin da ku gera yekem a dan û standinan li ser bicihanîna peymanê dest pê bikin.”

(bb)