Şaredariya Şedadê civîna xwe li dar xist

Şaredariya Gel a Şedadê bi civînekê xebatên xwe yên îsal nirxandin û plansaziya sala bê diyar kir.

Şaredariya Şedadê civîna xwe li dar xist
15 mijdar, 2025   15:16
HESEKÊ

Şaredariya Gel a bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê civîna xwe ya salane li hola şaredariyê li dar xist. Endam û hevşaredar û nûnerên komînan beşdarî civînê bûn.

Piştî rêzgirtinê, hevşaredara Şedadê Xewla Siwêlih rewşa siyasî nirxand û got, bi guhertina hikumetê û nîqaşên li ser destûra nû re, herêm di qonaxa girîng re derbas dibe, divê rola şaredariyan di rêvebirina kar û barên civakê de were pêşxistin.

Endamên rêveberiya Şaredariya Şedadê Hesen El Reca rapora salane ya şaredariyê xwend. Di raporê de xebatên îsal ên şaredariyê hatin vegotin. Ji xebatên sereke: Nivîsgeha Teknîkî xebatên kanalîzasyonê li Şedadê Becdelî pêk anîn, pirsgirêkên avahîsaziyan şopandin û çareser kirin. Ji bo sala pêş jî  lêkolîn li ser projeyên berakeyên sûkê û qîrkirina rêya Til Şayîr amade kirine. Hemleyên paqijkirina sazî parkan hatin lidarxistin û gerên çavdêriyê li selexane, xwaringeh û dikanan hatin pêkanîn. Beşa kanalîzaysonê 750 daxwaznameyên şêniyan wergirtine û ji wan 700 daxwaz hatin bicihkirin, yên mayî ji ber pirsgirêkên teknîkî bi cih nehatin. Bi rêya Rêxistina DAN, stasyonên Edle û Ezawî yên avê hatin destekkirin û 2 bîr li stasyona Sînaayê ji aliyê Rêxistina Arkee Noover ve hatin kolandin. Komîteya Jenartoran gerên xwe yên çavdêriyê zêde kirin û bi dehan binpêkirinan tomar kirin û hişyarî dan.  14 şewat hatin kontrolkirin  bêyî ku windahiyên mezin çêbibin. Tevgera trafîkê bi awayekî mezin hat birêxistinkirin û 7 bas di hundirê bajar de xistin xizmetê. Beşa Zimhêrê (Temwîn) çavdêriya madeyên demborî û mijarên buhayan li dikan û firneyan zêde kirine û firinek ji ber nebaşbûna nanên wê girt.

Di dawiya civînê de hate diyarkirin ku giraniya plansaziya 2026’an li ser pêşxistina xetên avê û kanalîzasyonê, zêdekirina xizmetan, pêşxistina çavdêriya li sûk, dikan û jeneratoran e.

(bb)

ANHA