Şaredariya Reqayê dest bi projeyên nû kir

Şaredariya Gel a Reqayê dest bi projeya çaksazkirina Çerxerêya Temwîn û avakirina sûkeke li Parka Spî kir.

11 kanûn, 2025   05:25
REQA

Şaredariya Gel a bajarê Reqayê pêkanîna projeyên sala 2025'an didomîne. Berî çend rojan şaredariyê dest bi projeya çaksazkirin û ji nû ve avakirina Çerxerêya Temwîn a navenda bajêr û avakirin sûkeke gel li Parka Spî kir. Di sûkê de dê 40 dikan hebin.

Çerxerêya Temwîn li bakurê bajêr, li dawiya rêya trênê ye û yek ji çerxerêyên mezin ên bajêr e lê di salên borî de hat xerabkirin.

Projeyê di dawiya meha borî de dest pê kir û ew ji çaksazkirina binesaziyê wekî av, kehrebe, guhartina axê bi keviran û guhartina peykerên reş ên ku DAIŞ'ê danîbûn ku li şûna wan danîna peykerê jinekê were danîn.

Rêveberê projeyê da zanîn ku proje dê 4 mehan li ber xwe bide.

Projeyeke din a şaredariyê jî avakirina sûkeke gel li Parka Spî bi hevkariya rêxistineke kantonê ye. Ev sûk ê ji 40 dikanan pêk were û ji bo xwediyên pîşeyan werin radestkirin.

Endezyarê ku vê projeyê bi rê ve dibe Cuma El Hecac got: "Rêxistina DCI û Şaredariya Gel a Reqayê dest bi vê projeyê li parkê kir. Proje ji 40 dikanan ku li 4 koman hatine dabeşkirin, pêk tê. Rêxistina DCI dê van dikanan ji bo 6 mehan radestî kesên ku dê tê de perwerde bibin, bike. Piştre ew ê wan radestî şaredariyê bike.”

El Hecac got ji bo vê projeyê şaredariyê kevir, qûm, kehrebe û wesayît peyda kirin û çaverê ye 50 rojan li ber xwe bide. El Hecac diyar kir ku armanc ji bê projeyê kêmkirina bêkariyê, pêşxistina aboriya civakî û destekdayîna ji bo ciwanan e da ku bikarin bi rêya pîşeyên wekî çêkirina şîraniyê, firotina xişir, madeyên paqijiyê, dirûnê û pîşeyên din debara xwe bikin.

(mh)

ANHA