Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dest bi qîrkirina rêyan kir

Di çarçoveya pêşxistina rewşa xizmetguzarî û hêsankirina tevgera çûnûhatinê de, Şaredariya Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dest bi qîrkirina rêyên sereke kir.

27 gulan, 2025   16:52
HELEB

Bi dehan salan rewşa xizmetguzarî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji hêla rejîma Baas’ê ve dihat paşguhkirin û derbaskirina madeyên sereke yên ji bo başkirina kolanan dihat qedexekirin. Piştî van zehmetiyan îro Şaredariya Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dest bi qîrkirina rêyên sereke kir.

Qîra berê bi stûrbûna 5-7 santîmetre hat rakirin (rêşkirin) û qîra nû li şûnê hat danîn.

Komîteya pîşeyî yên ji bo qîrkirina êryan hatine erkdarkirin diyar kir ku xebat ji saetên sibehê heta êvarê dewam dikin û wê qîrkirin kêmtirî hefteyekê bi dawî bibe.

Endazyarê şaredariyê Ednan Caro der barê xebatê de ji ajansa me re got: "Şaredarî hewl dide li gorî derfetên heyî rewşa xizmetguzarî ya herêmê bi pêş bixe, ji wan pêşxistina asta rêyan."

Caro anî ziman ku ew li gorî girîngî û pêwistiyê, di serî de rêyên herî zirardîtî qîr dikin.

Caro diyar kir ku ji dehan salan ev proje dihatin pêşniyarkirin, lê ji ber hişmendiya rejîma Baas’ê ya paşguhkirina herêmên Kurdî ev proje hatin paşxistin û heta roja îro man.

Caro wiha domand: "Li ser projeyê plan hat amadekirin û 20 karker û hin wesayît hatin erkdarkirin. Her wiha di projeyê de xebatên çaksazkirina peyarêyan ji bo xweşikkirina dîmena taxê û hêsankirina tevgera çûnûhatinê, hene."

Caro destnîşan kir ku ew li ser çaksazkirina kanalîzasyonan, amadekirina parkan û avakirina çerxerêyeke nû li taxa Eşrefiyê li gorî derfetên heyî, dixebitin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Şaredariya Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di 25'ê vê mehê (Gulanê)de dest bi amadekariya qîrkirina rêyan, wekî rêşkirina qîra berê ji rêyên sereke, kir.

(mh/fr)

ANHA