Li Hemdaniya Helebê cenazeya jinekê hat dîtin

Vê sibehê cenazeya jineke nenas li ser rêya giştî ya herêma Hemdaniyê ya bajarê Helebê hat dîtin.

Li Hemdaniya Helebê cenazeya jinekê hat dîtin
27 gulan, 2025   17:03
HELEB

Li gorî hin rûpelên medyaya dîjîtal, li herêma Hemdaniyê ya bajarê Helebê cenazeya jinek nenas û bêcil li ser rêya giştî hat dîtin.

Ruxmî dîmena wê sûcê bi awayekî berfireh hat belavkirin û dengvedanek di nava medyaya dîjîtal de çêkir, lê aliyên ewlehî yên girêdayî desthilata Şamê bê deng in û tu daxuyaniyeke fermî heta vê kêliyê nedane.

Li gorî rûpelan, hinan diyar kir ku ew sûc di berbangê de pêk hat û hin din jî dibêjin ew sûc duh pêk hatibû.

Ji bo rêzgirtina rûmeta wê û qîmetdayîna hestên malbatên wê û raya giştî ajansa me wêneya wê jinê belav nekir.

(fr)

ANHA