1`emîn Festîvala ‘Çand-Xula Helbestê’ dest pê kir

Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê Festîvala yekemîn a ‘Çand-Xula Helbestê’ bi dirûşma "Helbest Stêrka Wêjeyê ye" dest pê kir.

13 îlon, 2024   21:01
QAMIŞLO

Festîvala yekemîn a ‘Çand-Xula Helbestê’ a bi dirûşma "Helbest Stêrka Wêjeyê ye" li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişloyê, bi tevlîbûna Endam û rêveberên Rêveberiya Xweser û Tevgera Civaka Demoktîk (TEV-DEM), siyasatmedar, hunermend, rewşenbîr, keseyetên navdar û gelek kesan hate lidarxistin.

Piştî  deqeyek rêzgirtin Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê Ebud Mexso axivî.

Mexso piştî ku bi xêrhatina mêvanan kir, da zanîn ku di encama biryara Kongreya 5`emîn a Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê de starta yekemîn a Festîvala ‘Çand- Xula Helbestê’ dane û got: “Em vê festîvalê diyarî şehîdên şoreşê dikin.”

Endama Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Rûken Ehmed bal kişand ser têkoşîna gelê Kurd û diyar kir ku bi salan e gelê Kurd ji aliyê dewletên dagirker ve, ji bo stranekê û helbestekê hatin şehîd xistin û koçberkirin.

Rûken di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku helbestvan li benda rojeke wiha bûn da ku hêstên xwe ji gelê xwe re vebêjin. Her wiha diyar kir ku lazime qîmeta van rojan baş were zanîn, ji ber ku destkeftiyên heyî bi saya şehîdan hatine bidestxistin.

Endamê Yekitiya Reşenbîrên Kantona Cizîrê û Komîteya Amadekar a festîvalê Mihemed Beşîr di axaftina xwe de diyar kir ku di rewşeke awarte de lidarxistina festîvalê xwedan wateyeke pir girîng e.

Beşîr destnîşan kir ku lidarxistina festîvalê nîşaneya gelê ku xwedî li çand û zimanê xwe derdikeve.

Mihemed Beşîr piştî ku qala birêveçûna bernameya festîvalê kir, dawî li axaftina xwe anî.

Piştî axaftinan roja yekemîn a festîvalê bi xwendina helbestên helbestvan Hesen Umer, Emîna Teter, Baran Memo, Mihemed Ebdilezîz, Delîl Amûdê, Nalîn Namo, Dilyar Hebîb, Awazên Tekanî (Kawa Kalê), Aras Qasim, Ridwan Yûsiv, Dilyar Osê, Bavê Metîn, Can Yusif, Hisên Elî Hisên û Cemîl Dahir helbestên xwe bi zimanê Kurdî (Zaravayê Kurmancî) dest pê kir.

Helbestvan Qadir Egîd, Diya Îskender, Mihemed Ehmed Weys, Selah Seyda û Nûra Ibed jî helbestên xwe bi zimanê Erebî pêşkêş kirin.

Di festîvala ku wê 14-15-16’ê Îlonê (2024) dewam bike de, wê 70 helbestvanên Kantona Cizîrê bi helbestên xwe yên kurdî û erebî bikevin pêşbirkê û wê ji 6 helbestvanan re xelat bê dayîn.

(bm)

ANHA