Şanogerê Kurdistanî Bavê Teyar şehîd bû

Şanogerê Kurdistanê Bavê Teyar di encama birîna xwe ya ji ber êrişa duh a dewleta Tirk a dagirker li dijî nobedarên li Bendava Tişrînê de şehîd bû.

Şanogerê Kurdistanî Bavê Teyar şehîd bû
19 ÇILE, 2025   16:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Şanogerê Kurdistanî Cuma Xelîl Îbrahîm ku bi navê Bavê Teyar tê nasîn, di êrişa (18ˋê Çile) dewleta Tirk a dagirker a duh a li dijî nobedarên li ser Bendava Tişrînê de birîndar bûbû. Îro, danê nîvro ji ber birîna xwe şehîd bû. Şanoger Bavê Teyar kesayetekî ji şanogerê Kurd û Kurdistanî bû û ji zêdetirî 30 salî ve xizmetî şanogeriya Kurdî dike.

Cuma Xelîl Îbrahîm ê li tevahî Kurdistanê bi Bavê Teyar tê nasîn, di 1957ˋan de li Qamişloyê hatiye dinê. Di şanogeriya Kurdî de xwedî xebatekî dirêj e. Ji salên 1990ˋî û heta roja îro ve bi sedan şano çêkirine. Di şanoyên xwe de rihê welatparêzî, parastina welat û dozê dide pêş. Bavê girtiya di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de ye û birayê şehîdekî Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ye.

Roja înê (17ˋê Çile) tevî komek heval û hevrêyên xwe ji bo tev li çalakiya nobedê bibin, berê xwe dabû Benadva Tişrînê (Berxwedan). Bavê Teyar gotibû çûna li ser Bendava Tişrînê têkoşînek e. Bavê Teyar di oxira doza tevahî gelê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de tê koşiya.

Di dema li ser Bendava Berxwedanê de bû, moralên welatiyan bilind dikir û di axaftina xwe ya ji ragihandinê re gotibû Bendava Tişrînê Bendava Berxwedanê ye û ji bo wî, li Bendavê be û di nava gelê xwe de serbilindiyeke mezin e.

(fr)

ANHA