Şandeyek Îsraîlî diçe Qeterê

Erka şandeya Îsraîlî dê ew be ku di çarçoveya lihevkirina serbestberdana dîlgirtiyan de li ser filistîniyên Hemas dixwaze wan berde, bike.

Şandeyek Îsraîlî diçe Qeterê
26 sibat, 2024   18:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî ji Reutersˊê re got berpirsên Îsraîlê berê xwe da Qeterê ku li wir nivîsgeha siyasî ya Hemasê heye. Dê berpirsê li ser bendên lihevkirina agirbestê li Xezayê û serbestberdana dîlgirtiyan bixebite.

Çavkanî anî ziman ku şandeya Îsraîlî ya ji berpirsên artêşê û Mosadê pêk tê bi avakirina navenda operasyonên piştgiriya dan û standinan hatiye erkdarkirin û dê erka wê tedbîrên baldar li ser filistîniyên Hemas dixwaze ew werin berdan bike.

(fr)