DYA’yê ji bo bêçekkirina Hizbullahê 230 milyon dolar da Lubnanê

DYAˊyê ji bo bêçekkirina Hizbullahê 230 milyon dolar da hêzên ewlehiyê yên Lubnanê.

DYA’yê ji bo bêçekkirina Hizbullahê 230 milyon dolar da Lubnanê
3 cotmeh, 2025   10:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan ji Reutersê re aşkera kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di çarçoveya hewlên xwe yên bêçekkirina Hizbullahê de, vê hefteyê dayîna 230 milyon dolar ji hêzên ewlehiyê yên Lubnanê re, erê kiriye.

Li gorî çavkaniyan 190 milyon dolar ji bo artêşa Lubnanê û 40 milyon dolar jî ji bo hêzên ewlehiya hundirîn hatine veqetandin.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya DYA’yê di daxuyaniyekê de diyar kir ku "di demekê de ku ew ji bo îsbatkirina serweriya Lubnanê li seranserê welêt û bi bicihanîna biryara 1701ˋan a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî dixebitin, ku tenê çarçoveya guncaw ji bo rêkeftineke ewlehiyê ya daîmî hem ji bo Lubnan hem jî ji bo Îsraîlî ye, DYA alîkariyê pêşkêşî hêzên Lubnanê dike”.

Reutersê diyar kir ku dê alîkarî bihêle hêzên ewlehiya hundirîn berpirsyariyên xwe li Lubnanê pêk bînin.

(fr)