Rûsyayê 50 dronên Ukraynayê xistin xwarê

Pergala parastina hewayî ya Rûsyayê 50 dronên Ukraynayê xistin xwarê.

Rûsyayê 50 dronên Ukraynayê xistin xwarê
20 nîsan, 2024   10:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku ku pergala wê ya parastina hewayî duh bi şev 50 dronên Ukraynayê li asîmanê Rûsyayê xistine xwarê.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji wan dronan 26 li Belgorodê, 10 li Bryanskê, 8 li Kurskê, 2 li Tulayê, yek li Smolenskê, yek li Ryazanê, yek li Kalugayê û yek jî li Moskovê hatin xistin.

(bb)