Rûsya û Ukraynayê dîlên şer pevguhertin

Rûsya û Ukraynayê bi navberkariya Îmaratê dîlên şer pevguhertin.

Rûsya û Ukraynayê dîlên şer pevguhertin
31 gulan, 2024   17:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Uraynayê Volodymyr Zelensky ragihand ku di çarçoveya pêvajoya  pevguhertina  dîlên şer de, 75 dîlên şer ên Ukraynayê îro ji Rûsyayê vegeriyan welat.

Zelensky diyar kir ku 75 dîlên şer ên Rûsyayê  jî vegeriyan welatê xwe û daxuyand ku ji dîlên Ukraynayê ku vegeriyane 4 welatiyên sivîl ên Ukraynayê hene ne û yên din ji hêzên leşkerî, pasdarên sînor û pasdarên niştîmanî ne.

Li gorî çapemeniya Rûsyayê ku agahiyên xwe ji wezareta parastinê ya Rûsyayê wergirtine, bi navberakariya Îmaratê Rûsya û Ukraynayê 75 dîlên şer pevguhertin.

Di Sibata borî de jî Îmaratê ragihand ku wê ji bo pevguhertina 200 dîlên şer ên Ukrayna û Rûsyayê  navbeynkarî kir.

(mh)