QSD: Di êrişa li Til Hemîsê de 2 şervanên me şehîd bûn

QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrişa li Til Hemîsê 2 şervanên wê şehîd bûne.

QSD: Di êrişa li Til Hemîsê de 2 şervanên me şehîd bûn
31 gulan, 2024   18:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Beriya çend kêliyan li bajarê Til Hemîsê ya kantona Cizîrê êrişek pêk hatibû. Li gorî agahiyên ku şahidan dabûn du erebe hatin hedefkirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) der barê êrişa li bajarê Til Hemîsê ya kantona Cizîrê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Di êrişeke terorî ya nû de, balafirên bê mirov ên bi çek ên dewleta Tirk a dagirker di saetên piştî nîvro de li herêma Til Hemîsê erebeyeke ambulance ya dermankirina birîndaran jî di nav de, 2 erebe û nuqteyeke leşkerî ya hêzên me bombebaran kirin. Di bombebaranê de 2 şervanên me şehîd bûn."

(bb)

ANHA