Rûspiyên Busra El Şam: Em li pişta hêzên ewlekarî û leşkerî ne

Rûspiyên bajarê Busra El Şam bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji bo hêzên ewlekarî û leşkerî re nîşan da û nerazîbûna xwe li hemberî tundî û tevliheviyê anî ziman û daxwazên radestkirina çekan red kir.

Rûspiyên Busra El Şam: Em li pişta hêzên ewlekarî û leşkerî ne
11 nîsan, 2025   20:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Rûspiyên bajarê Busra El Şam ê Derayê bi daxuyaniyekê pebendiya xwe bi yekparçebûna Sûriyeyê teqez kir û hewldanên tundî û tevliheviyê yên li dijî herêmê, red kirin.

Li rojhilatê bajarê Derayê operayoneke berfireh ji bo ku çekdarên “Feyleqa 5’an” çekên xwe radestî “Hêzên Ewlekariya Giştî” bikin, bi rê ve diçe. Di encamê de jî li gelek bajarokan wekî Cîze, Seyda û Hîrakê welatî hatin binçavkirin.

Der barê wê de, rûspiyan bi daxuyaniyekê piştgirî da hêzên xwe yên ewlekarî û leşkerî yên ku li hemberî zehmetiyên ewlekariyê sekinîne, nexasim ku li gorî raporan di dema dawîn de qaçaxtiya hişbirê û teror zêde bûne.

Di daxuyaniyê de rûspiyan bang li ciwanên bajêr kir ku ji her tiştê ku ewlehî û siberoja wan bide ber metirsiyê, dûr bikevin û destekê bidin hêzên ewlekariyê û der barê tevgerên biguman de agahiyê bidin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev gav ji bo xurtkirina ewlehî û aramiya bajêr û deverên derdora wî, hatin avêtin.

Şêniyan jî bi erênî ev daxuyanî pêşwazî kir û hêvî kir ku daxuyaniyên wiha rewşa ewlekariyê ya herêmê baştir bike.

(mh)