Di rojnameyên Erebî de îro: Siweyda, Xeza, Lîbya

Rojnameyên erebî vê sibê cih da rewşa li parêzgeha Siweydayê, geşedanên li Xezayê û rewşa Lîbyayê.

Di rojnameyên Erebî de îro: Siweyda, Xeza, Lîbya
29 sibat, 2024   09:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb têkildarî rewşa li parêzgeha Siweydayê ya başûrê Sûriyeyê nûçeyek bi sernavê "Xwepêşandanên li Siweydayê desthilata El Esed bi fikar dikin û hişyarî hene ku rewş aloztir bibe" parve kir. 

Rojnameyê diyar kir ku piştî kuştina xwepêşandarekî dê rewş aloztir bibe û hêzên navneteweyî jî hişyarî dan.

Rojnameyê destnîşan kir ku xwepêşandanên li Siweydayê desthilata Esed bi fikar dikin ji ber ku difikirî bi paşguhkirinê dê xwepêşandanên li Siweydayê rawestin, lê belê berovajî wê çêbû û xwepêşandêran çalakiyên xwe ji Qada Kerame ber bi saziyên hikumetê ve firehtir kirin.

‘JI BO LIHEVKIRINEKÊ NAVBEYNKAR HEWLDANÊN XWE ZÊDE DIKIN’

Girêdayî geşedanên li Xezayê rojnameya Şerq El Ewsat nûçeyek weşand. Rojnameyê di nûçeya xwe de da zanîn ku navbeynkaran peywendiyên xwe zêde kirin, ji bo ku beriya Remezanê lihevkirina agirbestê di navbera Îsraîl û Hemasê de çêkin. Her wiha diyar kirin ku alî derbasî hûrgiliyên bendên lihevkirinê bûne.

Li gorî rojnameyê rayedarên îsraîlî piştî bersiva Hemasê bihîstiye, gotiye"Pêşbiniyeke baldar heye. Lê pêşketin hêdî ye û pirsgirêkên mezin hene.”

‘LIHEVKIRINA MUHTEMEL A ALIYÊN LÎBYAYÊ JI BO HIKUMETA EL DEBÎBE GEF E’

Rojnameya Independent Arabia têkildarî rewşa li Lîbyayê nûçeyek weşand. Rojnameyê ku di nûçeya xwe de agahiyên xwe dispêre çavkaniyan, aşkera kir ku şandeyên Meclisa Nûneran û Meclisa Dewletê yên Lîbyayê li hev kirine ku dê pabendî qanûnên hilbijartinan bin ku Komîteya 6+6 pêşniyar kiriye û Meclisa Nûneran erê kiriye û dê hikumeteke nîştimanî ya nû ava bikin ku hilbijartinan li dar bixe.

Li gorî rojnameyê ev çarenûsa hikumeta El Wehda El Wataniye ya bi serokatiya Ebdulhemîd El Debîbe dixe xetereyê.

Rojnameyê destnîşan kir ku heke lihevkirin bikeve meriyetê, dê xebatên siyasî yên ji 2 salan ve asteng bûne, ji nû ve dest pê bikin û dê piştgiriyê bidin hilbijartinan ji bo ku serokê welêt û meclisa qanûnsaz a nû bê hilbijartin û pêvajoya demkî ya ku derbasî 13 salan bûye, bi dawî bibe.

(şx)