Rojnameyên erebî: Tevgera Komîteya Destûrî bi vetoya Rûsyayê ve girêdayî ye

Hewldanên zindîkirina "Komîteya Destûrî" ya Sûriyeyê, rewşa li Xezayê di roja yekemîn a meha Remezanê de, her wiha rewşa Lîbyayê rojevên îro yên rojnameyên erebî ne.

Rojnameyên erebî: Tevgera Komîteya Destûrî bi vetoya Rûsyayê ve girêdayî ye
11 adar, 2024   10:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Ereb li ser hewldanên zindîkirina rêgeha "Komîteya Destûrî" ya Sûriyeyê nûçeyek bi sernavê "Hewldanên zindîkirina rêgeha Komîteya Destûrî bi nerazîbûnên Sûriye-Rûsyayê re rû bi rû ne" weşand.

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku aliyên siyasî pêşbîn dikin ku nûnerê NY’yê yê ji bo Sûriyeyê Geir Pedersen di çend rojên bê de serdana Şamê bike da ku zindîkirina rêgeha "Komîteya Destûrî" nîqaş bike. Her wiha hate gotin, îhtîmal heye ku Pedersen nikare Şamê îqna bike ku  biryara xwe ya der barê cihê lidarxistina civînên Komîteya Destûrî de biguherîne, ji ber ku helwesta wê girêdayî vetoya Rûsyayê ye.

Her wiha hate bibîrxistin ku ji Çileya 2018’an ve komîteya navborî 8 torên civînan li dar xistine û ji ber beşdarnekirina aliyên çalak ên dosyaya Sûriyeyê, civîn bê encam bûn.

‘XEZAYA BIRÇÎ BÊYΠ XWARIN Û BÊYÎ AGIRBET PÊŞWAZIYA MEHA REMEZANÊ DIKE’

Tora Sky News Arabia cih da şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de. Hate diyarkirin ku hêviyên ku di meha Remezanê de şer raweste û hin dîlgirtiyên Îsraîlê yên li cem Hemasê werin berdan, kêm bûne. Hate diyarkirin ku berpirsekî Hemasê ji Reutersê re gotiye ku Hemas ji dan û standinên zêdetir re vekirî ye, lê ji bo lidarxistina hevdîtinên din bi navbeynkaran re li Qahîreyê dem nehatiye diyarkirin.

‘LI LÎBYAYÊ TEVGERA DYA’YÊ: JI BO SERERASTKIRINA EWLEHIYÊ ŞÎRKETEKE TAYBET’

Rojnameya Erebî El Cedîd jî ragihand ku tevgereke leşkerî ya DYA’yê li Lîbyayê heye. Li gorî rojnameyê ku agahiyên xwe ji çavkaniyan wergirtine, rola leşkerî ya DYA’yê ya ji bo Lîbyayê bi rêya şîrketa ewlehiyê ya bi navê ‘Amentum’ xuya dibe.

Çavkaniyan ev agahî bi rojnameyê re parve kirin: "Endamên vê şîrketê ku li baregeha leşkerî ya Miêtîqiyê ya li Terablusê hene, amadekariyan dikin da ku plana DYA’yê ya ku komên çekdar ên Lîbyayê tev li saziyên ewlehî û leşkerî bikin, pêk bînin."

Rojnameyê cih da nirxandinên pisporan ên li ser tevgera DYA’yê ya li Lîbyayê ku dibêjin "Washington dixwaze bi rêya saziyên fermî yên hikumeta li Terablusê tev bigere da ku rê li ber xetereya Hefter û hevalbendiya wî ya bi Rûsan re bigire."

(bb)